Bûyer li binkeyekî leşkerî yê Îranê li parêzgeha Sineyê çêbûye. Wêne têkilî bi bûyerê ve nîne.
Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê, serbazekî Kurd ê artêşa Îranê li nav binkeyeke leşkerî ya wî welatî gulleyek li xwe da û dawî li jiyana xwe anî.
Li gor çavkaniyên xwecihî yên ji Rojhilatê Kurdistanê ve, bûyer destpêka vê heftiyê li bajarê sînorî yê Baneyê yê ser bi parêzgeha Sineyê ve çê bûye, lê belê medyaya Îranê behsa bûyerê nekiriye û herî dawî ajans û komeleyên çavdêrîkirina rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, amaje bi rûdana bûyerê kirine.
Çavkaniyên xwecihî ragihandine, ku ew serbaz xelkê bajarê Seqizê bûye lê li binkeyeke leşkerî ya Îranê li bajarê Baneyê mijûlî derbaskirina xizmeta xwe ya serbaziyê bûye.
Navê wî serbazî, Rêbwar Sabirî hatiye ragihandin. Li gor zanyariyan, ew xortê Kurd demek zêde nebû ku çûbû xizmeta serbazî û hêj 14 meh mabûn ku xizmeta xwe ya serbaziyê biqedîne.
Herwiha li gor agahiyan, ew serbazê Kurd pêştir çend caran ji aliyê navenda parastinê ya binkeya artêşa Îranê ve hatiye bangkirin û lêpirsîn pê re hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse