Hekem Xelo: Rêveberiya Xweser xwe ji bo hemû egeran amade kiriye

14-08-2019
RÛDAW
Hekem Xelo dibêje ti gefeke Rojavayê Kurdistanê li ser Tirkiyê nîne
Hekem Xelo dibêje ti gefeke Rojavayê Kurdistanê li ser Tirkiyê nîne
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Navçeya Aram Tirkiye Amerîka Hekem Xelo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwermendê Encumena Giştî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo ragihand ku Rêveberiya Xweser bi cidî li gefên Tirkiyê dinêre û xwe ji bo hemû egeran amade dike. Hekem Xelo herwiha got: “Armanca Tirkiyê ne peydakirina ewlekariyê ye”

 

Şêwermendê Encumena Giştî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser mijara “navçeya aram” ku biryar e ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bê avakirin daxuyanî da û got ew bi cidî li gefên Tirkiyê dinêrin û wan xwe ji her egerê re amade kiriye.

 

Hekem Xelo diyar kir ku niqaşên li ser “navçeya aram ango korîdora aştiyê” gelek berfireh in û wiha pê de çû: “Em û herkes jî dizanê ti gefeke Rojavayê Kurdistanê li ser Tirkiyê nîne. Îro li Rojavayê Kurdistanê hemû pêkhate li ewlehiya xwe digerin û jiyanake hevbeş a aştiyane dixwazin û pêwsîtî bi şer nîne.”

 

Bi gotina Hekem Xelo armanca Tirkiyê ne peydakirina ewlekariyê ye, ji ber ku tu metirsî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li ser Tirkiyê tune ne, lê armanca Tirkiyê ew e, ku guhertineke demografîk çêbike û destê xwe deyne ser samanên sirûştî li Rojhelatê Feratê û destkevtiyên Kurdan têk bide û herwiha dixwaze peymana xwe ya misakî millî pêk bîne.

 

Xelo da zanîn ku ew gefên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê cidî dibînin û wiha domand: “Helwesta Tirkiyê îro li dijî me helwesteke dijminayî ye. Ti rêyên em bikarin wek du cîran bi hev re bijîn nîne. Îro hemû berpirsên wan ên mezin gefan li me dixwin û ti hêviyên me ji bo wan nîne.”

 

Derbarê daxuyaniya Pentagonê de jî got: “Em dixwazin hevpeymaniya navneteweyî û Amerîka garentiyeke bidin me ku êdî metirsî nînin, lê ez di wê baweriyê de me ku bawerî bi dewleta Tirk nayê dê her hêcetan derbixe. Armanca Tirkiyê ne peydakirina ewlekariyê ye. Gelo ew penaberên Tirkiye dixwaze bi korîdora aştiyê li herêmê bicih bike, berê jî cihê wan bû? Wek duyem jî ma lihevkerineke siyasî çêbû ye ew penaber vegerin cihên çi li Şamê yan jî li Helebê be, garentiyek ji bo wan heye? Armanca Tirkiyê bi hêceta korîdorê penaberan derbasî vê derê bike û demografiyê biguherî ye û hebûna Kurdan têk bide.”

 

Şêwermendê Encumena Giştî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku tiştê bi şer, operasyon û êrişan nedikarî pêk bîne dixwaze bi rêyên diplomasî bike wek ku demografiya herêmê biguhere û got: “Korîdora aştiyê lîsteke siyasî ya Tirkiyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst