Li Çewlîgê mayîn teqiya

Navenda Nûçeyan – Li Çewlîga Bakurê Kurdistanê leşkerekê Tirkiyeyê pê lê mayînê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li parêzgeha Çewlîgê leşkere ku pê lê mayînê kirî bi giranî birîndar bû û ew ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê, lê dîsa ji mirinê xilas nebû.

Li Çewlîgê di navbera gerîlayên PKK û leşkerên Tirkiyeyê de şer derketibû û mayîn jî di dema şerî de teqa bû.