Rêxistinên sendika û yên hokariyê diçin Silopiyê

 

Enqere (Rûdaw)- Êrişên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) taybetî li Şingalê dijî êzidiyan, li Tirkiyeyê tên protestokirin. Serokên rêxistinên sendika û yên hokariyan  sibê dê biçin Silopiyê.

 

Di daxuyaniya nivîskî ya Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Giştî de (KESK) hat ragihandin ku hezaran kes ku ji ber êrîşên DAIŞê ji Şingalê reviyane. Daxûyaniyê de hat gotin ew taybetî êzidîne û halekî xirab de ne.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyar kirin ku serok û rêvebirên KESKê, Konfederasyona Sendikaya Karkerên Şoreşger, Yekitiya Odeyên Muhendisên Avahîsaz yên Tirk û Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê dê biçin Silopiyê.  

 

Nûnerên di şandê de, wê li ser rewşa penaberan çavderiyê bikin û pêşniyarên çareseriyê wek raporekê ragihînin.

 

Li gorî daxuyaniyê li Silopiyê  civîneke çapemeniyê jî dê saz bibe.