Cemîl Bayik: Tişta kurdan xeyal dikir dibe rastî

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik destnîşan kir ku xeyalê kurdan ê sed salan tê cih.

Di demek ku amadekariyên kongreya netewî ya kurd li Hewlêrê didomin, hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji rojnameya Milliyet a Tirkiyê re axivî. Bayik derbarê kongreyê de wiha got: “Ev xeyalê herî mezin ê kurdan bû.”

Cemîl Bayik derbarê kongreya netewî ya kurd de wiha got: “Em vê kongreyê pir giring dibînin. Tişteke ev kurd sed salin xeyal dike. Em neçarin vê bênin cih. Em li bendê ne di kongreyê de biryarên ji bo mekanîzmeyên mayînde bên girtin. Pêşniyarên me û yê rêxistinên din hene. Ji vana wê modeleke hevgirtî bê dirûstkirin. Em dixwazin bibe kongreyek dayîmî û xwecihî. Mesele, divê parlamento û rêveberiyekî wê hebe, divê serokatî û komîteya dîplomasiyê hebe.”

Hevserokê KCKê derbarê armanca kongreyê de jî wiha got: “Ji bo yekrêziya netewî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera kurdan de. Ji bo kurd pirsgirêkên ligel gelên cîran çareser bikin, bi taybetî fikar, guman û tirs nemîne, biratiya ligel gelên din çêbibe. Ev tişt hemû jî wê hem têkariyê di pirsa kurd de bikin, hem jî wê welatên cîran neçarî demokrasiyê bike û berfireh bike. Bi vî awayî jî wê aramî derkeve holê. Ev jî wê kêrî her kesî were.”

Li ser pirsa PKK li Sûriyê piştgiriya kê dike? Bayik wiha got: “Em piştgiriya kesê nakin, em aliyê sêyemîn in. Herdu alî jî dixwazin me bikişînin aliyê xwe. Sedema êrişa opozisyon û rejîmê ya li dijî Rojava jî eve. Dixwazin kurdan tengav bikin û neçarî xwe bikin. “

Bayik di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku ger pirsa kurd çareser nebe, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin û li herêmê aramî çênabe. Bayik wiha got: “Vaye divê ev kongre herî zêde xizmeta vê yekê bike. Li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsa kurd pêvajoyek hatî dest pê kirin, heye. Armanca serekî ya pêvajoya çareseriyê , ji bo siyaseta demokratîk e. Ji bo serxistina siyaseta demokratîk jî, kongre pir giring e. Gelek astengiyên li pêşiya vê stratejiyê jî, wê ligel vê kongreyê ji holê rabin. Bi kurtî lidarxistina kongreyê, wê hem xizmeta pêvajoyê bike, hem jî wê pirsgirêkên di navbera kurdan de çareser bike û hem jî wê rêyên demokratîk veke.”

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik diyar kir di pêvajoyê de xwezayiye zehmetî rûbidin û wiha got: “Ger tengezariyên giring çêbibin, kongre bikeve dewreyê jî normal e. Pêvajoya li Tirkiyê ne tenê ya tirkiyê û gelê kurd ê li Tirkiyê, belkî peywendî bi hemû kurd û welatên din ên li herêmê ve jî heye.  Ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe, dibe kongre bixwe bixwaze bikeve dewreyê, dibe em jî bixwazin û heta dibe Tirkiye bi xwe jî bixwaze. Dibe ku li vir rolekî taybet ê PDKê jî hebe. Em jî vê ji wan dixwazin. Cih û derfetê wan, zêdetir destdayiye ku têkariyê di çareseriya pirsa kurd de bikin.”