PWK: Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji kîsê hemû Kurdan çû

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo got "Dr. Qasimlo ji kîsê hemû Kurd û Kurdistaniyên cîhanê çû."

Îro 13ê Tîrmehê 35mîn salvegera şehîdbûna sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo ye.

PWKyê bi helkefta salvegera şehîdkirina rêberê Kurd Dr. Ebdurehman Qasimlo daxuyanî da û ew bibîr anî.

PWKyê di daxuyaniya xwe de got:

"Dewleta Îranê beriya qetilkirina Qazî Mihmed, Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr.Sadiq Şerefkendî jî û piştî wan jî gelek caran bi rêyên komplo û kuştinan xwestıye têkoşîna azadiya gelê me ya li Rojhilatê Kurdistanê bifetisîne.

Lê belê tu komplo û qetlîaman nikariye rê li ber têkoşîna azadıya gelê me bigire."

PWKyê diyar kir ku Qasimlo herwiha pêşmerge, fermandar û rêberekî bi tecrube bûye û got:

"Ew hêja bû ku ne bes ji kîsê PDKÎyê lê belê ji kîsê hemû Kurd û Kurdistanıyên cîhanê çû."

PWKyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

"Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed li Meydana Çarçirayê hildabû, îro li her çar  perçeyên Kurdistanê jî di destên Pêşmerge û têkoşer û kedkarên  qehreman de, ji bo azadiya Kurdistanê li ba dibe.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê, di têkoşîna hemû şervanên qehreman û kedkarên doza azadıyê de dijîn.

Di 35emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin û bi vê minasebetê careke din jî emdDewleta Îranê rûreş dikin."

Serkirdeyê Kurdê ji Rojhilatê Kurdistanê û Sekreterê Gişît yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo 13ê Tîrmeha sala 1989an li Viyenaya paytexta Awisturyayê bi komployeke Îranê hatibû şehîdkirin.