Dr. Ebdulrehman Qasimlo beriya bi 35 salan hat şehîdkirin

13-07-2024
RÛDAW
Nîşan Dr. Ebdulrehman Qasimlo PDKÎ Îran Viyana Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 35mîn salvegera şehîdkirin Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo wekî kesayetekî siyasî yê hûrbîn, bi ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî jêhatî tê naskrin.

Qasimlo her demê di gotar û nivîsên xwe de tekezî li ser wê yekê dikir ku Komara Îslamî ya Îranê xwediyê potansiyela çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka Kurd nîne lê çendîn caran bi berpirsên Hikûmeta Îranê danûstandin kiriye.

Ew di dawiyê de li ser maseya danûstandinan ji aliyê Îranê ve hat qetilkirin.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo 22yê Kanûna Pêşîn a 1930î li gundê Qasimlo ya Urmiyeyê ji dayik bûye.

Wî li Urmiye, Tehran û Parîsê xwendiye û li Zanîngeha Pragê ya Çekoslovakya ya wê demê, doktoraya di warê zanistên aborî de wergirtiye.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo di destpêkê de endamê partiya Tûdeh a Îranê bû û piştre çarenivîsa xwe ya siyasî bi temamî bi PDKÎyê ve girêda.

Sala 1971ê de bû sekreterê giştî yê wê partiyê.

Tevî pêdagiriya wî ya li ser bidestxistina mafên neteweyî, wî tekezî li ser cibicîkirina demokrasiyê kiriye û azadî û wekheviya civakî wekî bingeha pêşkeftina civakê zaniye.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo fermanderê giştî yê hêzên Pêşmegeyên partiya xwe bû û ciwan han didan da ku bibin Pêşmerge lê bi nêrîna wî şer û leşkerî ji bo pirsa Kurd weke çareseriya sereke nînin.

Beşdariya PDKÎyê ya di hilbijartinên parlamentoyê û xwe berbijêrkirina Qasimlo ya ji bo Encûmena Şarezayên Rêberî û herwiha rola wî ya di damezrandina şanda nûnertiya gelê Kurdistanê ji bo danûstandinên bi Hikûmeta Îranê re hewlên herî girîng ên siyasî yên Qasimlo bûn.

Qasimlo di nivîsên xwe de diyarkirina mafê çarenivîsê ya gelê Kurdistanê wekî mafekî sereke bi nav kiriye û gotiye, “Mafê Kurdan e ku nîştimana xwe ya hevbeş, bike yek û bibe xwedî dewleteke serbixwe.”

Dr. Ebdulrehman Qasimlo tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedî kesayetiyekî bi bandor bû.

Peywendiyên wî yên bi hêzên parçeyên din ên Kurdistanê re jî pir baş bûn.

Her wiha wekî yek ji kesên endazyarê peywendiya Kurd û Rojavayiyan tê naskirin.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji bilî Kurdî, bi heft zimanên din jî dizanî. Wî dikarî bi Farisî, Tirkî, Erebî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî û Çekî biaxive.

Bi gotina lêkoleran, wî xebata çekdarî jî wekî taktîk ji bo rêxweşkirina xebata siyasî, aştî û bidestxistina azadî û demokrasiyê didît.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Komara Îslamî ya Îranê wekî neyarê sereke yê pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê bi nav dikir.

Gelek caran behsa vê yekê kiriye û daye zanîn ku li Îranê potansiyela çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd nîne lê dîsa jî amade bûye danûstandina bi wan re bike.

Civîneke danûstandinê ya roja 13ê Tîrmeha 1989an a di apartmaneke Viyanaya paytexta Awisturyayê de Dr. Ebdulrehman Qasimlo hat qetilkirin.

Kujerên Qasimlo jî her ew kes bûn ku ji bo danûstandinê pê re rûniştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst