AMÊDÎ- Gundê Mîskayê yê Xirîstiyanan jî vala bû

Amêdî (Rûdaw) - Gundê Mîskayê yek ji gundên Xirîstiyanên Amêdiyê ye ku ji ber şerê PKK û Artêşa Tirkiyeyê dêra gund û 4 xanî hilweşiyane û 10 xanî jî wêran bûne.

Xelkê gund ji bo parastina canê xwe ji gund derketine.

Gundê Tîşembiyê jî li kêleka gundê Mîskayê ye. Gundê Tîşembiyê jî ji ber şer vala bûye û Tirkiye 200 leşker anîne herêmê.

Şêniyekî herêmê vîdyoyek ji Rûdawê re şandiye û eşkere dike ku Tirkiyeyê ji serê sibeha înê ve 200 leşker anînê gundê Mîskayê yê Xirîstiyanan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ti kes li gundê Mîskayê jî nemaye ew hemwelatiyê ku vîdyo ji Rûdawê re şandiye piştrast dike ku 200 leşkerên Tirkiyeyê derbasî Mîskayê bûne.

Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê 4 xanî hatine teqandin û 10 xaniyên din jî wêran bûne.

Malbata Mam Ziya tevî 13 malbatên din ên Xiristiyan ji Miskayê derketine û derbeder bûne.

Ziya Gurgîs ji Rûdawê re eşkere kir ku bi şev saet derdora 02:30an gundê Mîskayê hatiye topbarankirin.

Mam Ziya amaje bi wê yekê kir ku dema ew ji xew rabûye dîtiye ku dêra gund û hejmareke xaniyên gund hatine wêrankirin.

Her wiha Neman jî li gundê Mûsa Begê xwediyê aşê tehînê bû.

5 kesan li cem Neman kar dikir ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê aşê tehînê yê Neman wêran bûye û zerer dîtiye.

“Aşê min ê tehînê wêran bû”

Neman Celal behsa zerera li ser aşê xwe kir û wiha berdewam kir:

“Di destpêkê de min 70 hezar dolar lê xerc kir û piştre jî min 30 heta 40 dolarên din li êş xerc kir.

5 karkeran jî her meh bi 450 -600 hezar dînarî li aş kar dikir.

Ez li Dihokê bûm, ji min re telefon vekirin û gotin, ‘Neman mûşek li sûlava aşê te ketiye’ û ez jî hatim vir û min dît ku mûşekê lê xistiye.

Kî li vir bû?! Ma kesek li vir hebû?! Nexêr! Hinek kes li vir hebûn 10 -15 jin û zilam û zarok li vir hebûn.

Şikir ji Xwedê re çi tiştek bi ti kesekî nehatiye û ew ji hemû tiştekî girîngtir e."

CPT: 200 malbat koçber bûne

Li gorî Rêxistina Tîmên Aştiyê (CPT), Artêşa Tirkiyeyê ji 15ê Hezîranê ve heta niha 285 caran herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran kiriye.

Li gorî CPTyê, piraniya bombebaran û topbaranan li herêma Dihokê û navçeyên wê bûne û ev yek jî bûye sedema valabûna gundan û koçberbûna xelkê.

Berpirsê CPTyê Kameran Usman amaje bi wê yekê dike ku ji 15ê Hezîranê ve heta niha 200 malbat ji ber bombebaranan koçber bûne.

Li gorî CPTyê, xelkê herêma Gare, Kanî Masê, gundên Guherzê, Berçê û Kanê û Aşkî Dêrê yên Amêdiyê koçber bûne.

Li gorî zanyariyan, beşekî xelkê yên gundên xwe terikandine mal û milk û ajalên xwe jî li pey xwe hiştine.