Brîtanya - Ciwanekî Kurd ji ber qaçaxçîtiya mirovan hat girtin

13-07-2024
Hêmin Ebdullah
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Brîtanya Kurd Qaçaxçîtiya Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê vê hefteyê ciwanekî Kurd ê 25 salî bi tohmeta qaçaxçîtiya mirovan hat girtin.

Ajansa Niştimanî ya Nehiştina Tawanan a Brîtanyayê ragihand kesê ku hatiye girtin welatiyê Îraqê ye.

Lêkolerê ajansê Al Meuln diyar kir ku wan berê jî mirovekî Kurd ê 32 salî ku welatiyê Îranê Rojhilatê Kurdistanê) bû û navê wî yê pêşî Amanc bû, girtibû.

Li gorî wî lêkolerî, ew he rdu kes beşdarî derbaskirina xelkê ya bi qeyikan a ji Kanala Îngilîz bûne.

Ajansa Brîtanî ragihand ku toreke berfireh a qaçaxçîtiya mirovan ku piraniya wan Albanî û Misirî ne hatiye girtin.

Li gorî ajansê, ev tor nêzikî salekê di bin çavdêriya dezgehên îstixbaratî û ewlehiyê yên Brîtanyayê de bû û piştî komkirina belgeyên pêwîst, endamên wê hatin girtin.

Li aliyê din, 4 koçber piştî ku qeyika wan qul dibe, li Kanala Îngilîzî canê xwe ji dest didin.

Lê belê 63 koçberên din ku rêwiyên heman qeyîkê bûn, ji mirinê hatin rizgarkirin û ew li Fransayê hatin vegerandin.

Tenê rojên duşem û sêşemê yên vê hefteyê, 484 koçber ji Fransayê bi qeyîkan derbasî Brîtanyayê bûne.

Îsal 11 koçber di wê navberê de xeniqîne ku du ji wan keçikên 7 salî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst