Li Êlih û Erziromê 2 ciwan di avê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Êlih û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê 2 ciwan di avê de xeniqîn.

Bûyerên xeniqîna di çem û rûbaran de li Bakurê Kurdistanê bi dawî nayên û rojane hejmarek kes dibin qurbanî.

Li gorî zanyariyan, li gundê Şerbetkoyê yê Êlihê ciwanê 23 salî Taha Yasîn Uras ji bo xwe hênik bike ket Çemê Êlihê, lê piştre li ber çem çû û winda bû.

Ciwanê 23 salî piştî demekê ji aliyê bavê wî û welatiyan ve ji çem hat derxistin û wî birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Lê tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Taha Yasîn Uras kurê Serokê Şaxa ÎYÎ Partiyê ya Êlihê Şehmus Uras e.

Li Erziromê ciwanê 18 salî di golê de xeniqî

Li aliyê din, li gundê Zihêkê yê navçeya Azortê ya Erziromê ciwanê 18 salî yê bi navê Bedîrhan Kotan ji bo xwe hênik bike ket Gola Tortumê lê piştî demekê winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê û binavger çûn cihê buyerê û ji bo dîtina ciwanê navborî dest bi xebatên lêgerînê kir.

Xebatên lêgerînê ji duh ve berdewam bûn lê li gor zanyariyan vê sibehê termê Bedîrhan Kotan ji aliyê tîman ve hatiye dîtin û ji golê hatiye derxistin.