Li Cindirêsê kesekî Kurd hat revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdaran li bajarê Cindirêsê yê Rojavayê Kurdistanê welatiyekî Kurd revand.

Li gorî agahiyên Rûdawê, welatiyê Kurd ê bi navê Fehmî Ebdo Sîdo ku li devera Pîşesaziyê ya bajarê Cindirêsê dimîne, bi pêkanîna erka xweparastinê, di dema Rêveberiya Xweser de hatiye tohmetbarkirin.

Asayîşa sivîl û asayîşa serbazî yên girêdayî Tirkiyeyê Fehmî Ebdo Sîdo li gundê Miskeya Jêrîn ê Cindirêsê revand.

Fehmî Ebdo Sîdo, di cihekî çêkirina motorskilêtan de, dixebite û beriya niha jî hatibû revandin lê piştî ku kesûkarên wî 500 dolar dabûn çekdaran hatibû berdan.

Çarenûsa Fehmî Ebdo Sîdo, heta niha nayê zanîn, û kesûkarên wî ji bo azadkirina wî banga alîkariyê dikin.