Li Şirnexê xweza û daristan ketine ber talanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê daristan û dewlemendiyên xwezayî ketine ber talana kompanyayan.

 Niha jî li Çiyayê Dêşê li navçeya Qilebana Şirnexê ku dikeve navbera gundên Xabûr û Bêrmanê rojane bi hezaran dar têne birîn.

Ne tenê li çiya û daristanên Qilebanê, herwiha li çiyayên Gabar, Cudî û çend deverên din ên Şirnexê jî bi taybetî ku dikevin ser sînorê Herêma Kurdistanê bi salan e birîna daristanan berdewam dike.

Kompanya wan daran bi traktoran dibin ser rêya sereke û piştre jî ji bo firotinê dişînin bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê derbarê vê talanê ji Rûdawê re axivîû gotiye, beşek ji kesên nêzîkî dewletê û hejmarek cerdewan bi awayekî ne hiquqî van daran dibirin.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay derbarê vê talana xwezaya navçeyê de ji Rûdawê re axivî.

“Dar bi awayekî nehiqûqî tên birîn”

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay got:

“Beşek ji kesên nêzîkî dewletê û hejmarek cerdewan bi awayekî nehiquqî van daran dibirin.

Dema ev dar tên birîn ekosîstema xwezayê bi temamî zererê dibîne.

Darên xwemalî yên sed salî tên birîn. Ew ajel û giya û riwekên di nav daristanê de hemû zererê dibînin.

Ev jî dibe sedema germbûna hewayê jî.

Jixwe li herêma me daristan gelekî kêm in û piştî van bûyeran jî germa zêdetir dibe.

Herwiha milet jî li dijî vê yekê bi hêrs e û gelekî ji vê bûyerê aciz e.”

Dar bi hinceta ewlehiyê tên birîn

Darên daristanê bi ferman û hevahangiya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hincetên ewlehiyê tên birîn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, xwediyê kompanyaya darbirînê û kesên daran dibirin ji gundê bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê ne. 

Wan zivistanê rê birine nav daristanê û ji biharê ve jî pêvajoya birîna daran berdewam dike.

Baroya Şirnexê roja Înê derbarê kompanyayê gilî kir û dosye li ber destê dadgehê ye.

Li gor amarên fermî yên  Rêveberiya Giştî ya Daristanên Tirkiyeyê Sibata 2021an ji sedî 44ê rûberê parêzgeha Şirnexê daristan bûn lê Rêveriya Deverê ya Daristanan a  Rihayê ku Şirnexê jî li xwe digire 7 meh piştre ragihand ku tenê ji sedî 36ê rûberê Şirnexê daristan in. 

Baroya Şirnexê jî dibêje li gorî her du amaran di demeke hewqasî kêm de ji sedî 8ê rûberê daristanên parêzgehê kêm bûye û eger birîna daran berdewam bike navçe rûbirûyê metirsiyeke mezin a jîngehê ye.