Benîştê Kurdî bûye madeya dîzaynerekê

13-07-2024
Hêmin Ebdullah
Beniştê ser zimanan bû madeya tabloyan
Beniştê ser zimanan bû madeya tabloyan
Nîşan Benîştê Kurdî Xende Kerîm
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw)- Benîştê Kurdî di nav Kurdên diyasporayê de xwedî gelek alîgir û dijberan e lê dîzaynereke Kurd ew benîşt kiriye madeya karên xwe.

Dema gelek kes vedigerin Kurdistanê, yek ji tiştên ku bi xwe re tînin ew qajik bi xwe ye. Hesteke nostaljîk tê de heye û dibêjin ji bo tenduristiyê jî baş e.

Qet nebe ji benîştên ku li vê derê hene û şekir di wan de heye çêtir e. Hin dikenin û dibêjin benîştê ku tu nikaribî peqlîşkan pê çêbikî ne benîşt e.

Dibêjin, berê Sedam jî henekeke nijadperest bi xwerêveberiya Kurdî kiriye û gotiye,“Min Benîştê Kurdî bihîstiye lê min tiştekî bi navê Hikûmeta Kurdî nebihîstiye.”

Tevî van hemûyan jî Benîştê Kurdî beşek ji samanê çandî û aborî yê Kurdistanê ye. Ji xwe ev yek bûye sedem ku Xende Kerîmê karekî zaf taybet pê bike.

Şehrezayên dîzaynê ji çar hêlên cîhanê têne Amsterdamê û yek ji karên ku li wê derê dibînin Benîştê Kurdî yê wê xanima Kurd a dîzyaner e.

“Beniştê Kurdî ruhê mirov li xwe digire”

Xende Kerîmê li studyoyê bû mêvana Diasporayê û wiha got:

“Min Rid Fell akademî ji bo dîzaynê li Amsterdamê xwend û min hewl da kevalên xwe ji yên şêwekaran cihêtir çêbikim.

Min girîng dît ku ez Benîştê Kurdî di dîzaynên xwe de bi kar bînim û bi vî rengî bala temaşevanan bikişînim.”

Tevî wê jî Xende Kerîm ku xelka bajarokê Mexmûrê ya Hewlêra paytext e. Dema malbata Xende Kerîmê hatiye Holendayê ew 6 salî bûye û hîn jî bi zimanekî Kurdî yê xwerû dipeyive.

Li ser tabloyên xwe Xendeyê wiha got:

 “Çiyayên Kurdistanê Kurd kirine yek û ew bi hev ve girêdane. Ev yek pir eşkere di tabloyên min de tê dîtin.

Xelk ji min dipirsin çima ez Benîştê Kurdî bi kar tînim. Ez dibêjim ji ber ku Benîştê Kurdî ruhê mirov li xwe girtiye û xwe pir baş nîşan dide.

Ji ber vê yekê Holendî matmayî man ku min Benîştê Kurdî ji bo tabloyên xwe bi kar anî."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst