Mêrdîn: Li navçeya Kerboranê qedexe hat ragihandin

13-07-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Kerboran Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek deverên navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê “15 roj qedexe” hat qedexekirin.

Herwiha li gundekî Kerboranê jî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Mêrdînê doh ragihand ku li navçeya Kerboranê herêma ku ji Xirbê Kiryan, Deywan û Arbayê pêk tê ji ber operasyonên li PKKyê wekî “herêma ewlehiya taybet” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê da zanîn ev biryar 26ê Tîrmehê berdewam bike.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê li gundê Deywanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û divê welatî li gorî vê yekê tev bigerin.

Herwiha, li gorî Ajansa Mezopotamyayê li wan gundan hêzên ewlehiyê bi ser gelek navnîşanan de girtiye û ji malbatekê 4 kes hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst