Li Wanê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tûşpayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tûşspayê ya Wanê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej doh bi şev demjimêr 23:19an çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.
Li aliyê din, li gorî daxuyaniya parêzgariya Wanê di erdhejê de ti ziyayên canî çênebûnê.