Nexweşiya Şêxê Menzîlê çi bû û dê kî were şûna wî?
Hewlêr (Rûdaw) - Şêxê Cemaeta Menzîlê Abdulbakî Erol ê ku li nexweşxaneyeke Stenbolê dihate dermankirin koça dawî kir û li Semsûr a Bakurê Kurdistanê hat veşartin. Nêzîkî 250 hezar kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyê wî bûn.
Şêxê Cemaeta Menzîlê Abdulbakî Erol ê ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ku ev demek e li Pendîk a Stenbolê di nexweşxaneyeke taybet de dihate dermankirin roja Çarşemê danê nîvro koça dawî kir.
Di merasîma veşartina cenazeyê Abdulbakî Erol de ku birine gundê Menzîl a navçeya Kolikê ya Semsûrê, 15 kîlometre dora wesayîtan çêbû.
Cenazeyê ku ji aliyê nêzîkî 250 hezar kesan ve li gund hat pêşwazîkirin, piştî nimêjê li goristana malbatê hat veşartin.
Di merasîma veşartina cenazeyê de derdora gund ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin girtin.
Parêzgarê Semsûrê Osman Varol, Şaredar Suleyman Kilinç, Serokê BBPê Mustafa Destici jî beşdarî merasîmê bûn.
Ji ber têkçûna organan koça dawî kir
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nêzîkî cemaetê hatin wergirtin, Abdûlbakî Erol nêzîkî sal û nîvekê ye li Stenbolê dihat dermankirin.
Erol ê ku beriya hefteyekê rewşa wî giran bû, duh di demjimêr 14:10an de ji ber têkçûna hejmarek organên xwe koça dawî kir.
Erol ê ku ji aliyê cemaeta xwe ve wek "Xewsê Sanî Şêx Abdulbakî Elhuseynî" hat binavkirin, di 2ê Gulana 1949an de li gundê Menzîlê yê navçeya Kolikê ya Semsûrê ji dayik bû.
Abdûlbakî Erol 81 salî bû, piştî ku di sala 1993an de birayê wî yê mezin Mihemed Reşîd Erol koça dawî kir, ew bû rêberê cemaetê.
Abdûlbakî Erol li gund di medreseya bavê xwe de xwend, li Sêrtê û Wanê xwendina xwe domand. Di temenekî biçûk de bi nexweşiya êşa zirav ketibû û ji bo dermankirinê ew şandibûn Enqereyê û piştî wê tenduristiya wî baş bû.
Dê kî bibe Şêxê Menzîlê?
Tê çaverêkirin ku Şêxê nû yê Menzîl a girêdayî Terîqeta Neqşbendî kurê mezin û xelîfeyê Abdulbakî Erol, Mihemed Sakî Erol be.
Hat diyarkirin ku 10 zarokên Abdulbakî Erol hene ku 5 ji wan keç û 5 jî kur in ku 2 ji wan mirine.
Cenazeyê Rêberê Terîqeta Menzîlê Ebdulbakî Erol li Semsûra Bakurê Kurdistanê hat veşartin. 250 hezar kes tevlî merasîma cenazeyê wî bûn pic.twitter.com/vswM507brs
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 13, 2023