Li Çewligê bûyera trafîkê: 1 mirî û 2 birîndar

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Çewlig Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 13ê Temûza 2023an li parêzgeha Çewligê otomobîla ku welatiyê bi nave Niyazî Kîşî diajot li ser rêya sereke ya Çewlig-Xarpêtê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê tevî 2 kesên din birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê lê şofêrê otomoblê Niyazî Kîşî tevî hewldanên pizîşkî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst