Serokwezîrê Iraqê li Herêma Kurdistanê ye; ew û Serok Barzanî çûne Rewandizê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Herêma Kurdistanê bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek kir û bi hev re çûne Rewandizê.

Rêvebirê Projeya Geştiyariyê ya Pank a Rewandizê Barzan Mihemed ji Rûdawê re ragihand, Îro Pêncşemê 13ê Temûza 2023an Serokê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana projeya geştiyariyê kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana seyrangeha Bexalê jî kirine.

Li aliyê din ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke ku berê nehatibû ragihandin li Herêma Kurdistanê ye.