Dr. Ebdurehman Qasimlo 34 salan berî niha hate qetilkirin

13-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dr. Ebdurehman Qasimlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 13ê Tîrmehê 30mîn salvegera şehîdbûna Sekreterê berê yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlo ye. Qasimlo wek kesayeteyekî xwedî ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî zana û jêhatî dihate naskirin.

Dr. Ebdurehman Qasimlo li cem alîgirên xwe, wek kesayetekî siyasî yê hûrbîn, bi ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî jêhatî tê naskrin. Wî herdem di gotar û nivîsên xwe de tekezî li ser wê yekê kiriye ku Komara Îslamî ya Îranê xwediyê potansiyela çareserkirina aştiyane ya Pirsa Kurd nîne lê çendîn caran bi berpirsên Hikûmeta Îranê danûstandin kiriye. Ew di dawiyê de li ser maseya danûstandinan, ji aliyê Îranê ve hate şehîdkirin.

Dr. Ebdurehman Qasimlo di 22ê Kanûna 1930an li gundê Qasimlo ya Urmiyê ji dayik bûye. Wî li Urmiye, Tehran û Parîsê xwendiye û li Zankoya Pragê ya Çekoslovakya ya wê demê, doktoraya di warê zanistên aborî de wergirtiye.

Dr. Ebdurehman Qasimlo di destpêkê de endamê partiya Tûdeh a Îranê bû û piştre çarenivîsa xwe ya siyasî bi temamî bi Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ve girêda. Di sala 1971an de bû sekreterê giştî yê wê partiyê.

Tevî pêdagiriya wî ya li ser bidestxistina mafên neteweyî, wî tekezî li ser cibicîkirina demokrasiyê kiriye û azadî û wekheviya civakî weke bingeha pêşkeftina civakê zaniye.

Dr. Ebdurehman Qasimlo fermandeyê giştî yê hêzên Pêşmegeyên partiya xwe bû û ciwan han didan da ku bibin Pêşmerge lê bi nêrîna wî şer û leşkerî ji bo Pirsa Kurd weke çareseriya sereke nînin. Beşdariya PDKÎ ya di hilbijartinên parlamentoyê û xwe berbijêrkirina Qasimlo ya ji bo Encûmena Şarezayên Rêberî û her wiha rola wî ya di damezrandina şanda nûnertiya gelê Kurdistanê ji bo danûstandinên bi Hikûmeta Îranê re, hewlên herî girîng ên siyasî yên Qasimlo bûn. Wî bi beşdariya pêvajoya siyasî û bi rêyên aştiyane çareseriya Pirsa Kurd girîng didît.

Qasimlo di nivîsên xwe de diyarkirina mafê çarenivîsê ya gelê Kurdistanê, weke mafeke sereke bi nav kiriye û gotiye, “Mafê Kurdan e ku nîştimana xwe ya hevbeş, bike yek û bibe xwedî dewleteke serbixwe.”

Dr. Ebdurehman Qasimlo tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedî kesayetiyekî bi bandor bû. Peywendiyên wî yên bi hêzên parçeyên din ên Kurdistanê re jî pir baş bûn.

Her wiha weke yek ji kesên endazyarê peywendiya Kurd û Rojavayiyan tê naskirin. Dr. Ebdurehman Qasimlo ji bilî Kurdî, bi heft zimanên din jî dizanî. Wî dikarî bi Farisî, Tirkî, Erebî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî û Çekî biaxive. Bi gotina lêkoleran, wî xebata çekdarî jî weke taktîk ji bo rêxweşkirina xebata siyasî, aştî û bidestxistina azadî û demokrasiyê didît.

Dr. Ebdurehman Qasimlo Komara Îslamî ya Îranê weke neyarê sereke yê Pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê bi nav dikir. Gelek caran behsa vê yekê kiriye, li Îranê potansiyela çareseriya aştiyane ya Pirsa Kurd nîne lê dîsa jî amade bûye danûstandina bi wan re bike.

Civîneke danûstandinê ya roja 13ê Tîrmeha 1989an a di apartmaneke bajarê Viyanayê de, bû sedema şehîdkirina wî. Kujerên wî jî her ew kes bûn ku ji bo danûstandinê pê re rûniştibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst