Efrîn: Tohmetbarê kuştina jineke Kurd berdan û bira û hevjînê wê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, tohmetbarê bi kuştina jineke kurd hatiye azadkirin û bira û hevjînê wê jinê hatine girtin.

Roja 12ê hezîrana 2023yan, Ofê Şêx Ehmed di nav mala wê de bi kêran hatibû kuştin û zêr û pereyên nav malê hatibûn birin û nav mala wê jî hatibû şewitandin.

Wê demê Erebek ji ber wê tawanê hatibû girtin lê piştre serbest hate berdan û bira û hevjînê jina ku hatibû kuştin hatine girtin. Dayika Ofê ji Rûdawê re dibêje dadgeh dixwaze kujer bê tawan derxîne û ew bi ti awayî wê yekê qebûl nakin.

Hawara dilşewat a diya Ofê Şêx Ehmed ku di nav mala wê de hatibû kuştin. Ofê Şêx Ehmed, jineke Kurd a 40 salî ye, ji gundê Şêx Mihemed e, zewicî ye û bê zarok e ku roja Duşema 12 Hezîranê li Efrînê hate kuştin.

Erebekî hawirde yê bi navê Ebû Samir ku xelkê Xûte ya rojhilat e bi tohmeta kuştina jina Kurd hatibû girtin lê dadwerê leşkerî tohmetbar azad kiriye û Henîf Xelîl Henan hevjînê Ofê û Mesûd Şêx Ehmed birayê wê desteser kirine.

Diya Ofê, ji nav mala xwe bi kezebeke şewitî ji Rûdawê re axivî û got dixwazin kujer bêrî bikin û bira û hevjînê qurbaniyê gunehbar bikin.

Diya Ofê Şêx Ehmed got, “Kesî ku mala xwe xirab bike heye? Îro ew berdan û Mesûd û Henîf girtin, dixwazin li stûyê me bikin. Ev çi qanûn e?”

Roja 12ê hezîrana 2023an Ofê Şêx Ehmed di nav mala xwe de bi kêran hatibû kuştin û zêr û pereyên nav malê hatibûn birin û nav mala wê jî hatibû şewitandin. Kesûkarên wê tekez dikin ku malbateke Erebên hawirde ku dest danîne ser malekê di heman avahiya qurbaniyê de bi eşkereyî gefa kuştinê li Ofê û hevjînê wê xwaribûn.