Amed: Ji ber ku dewlet dereng dikire cotkar dexlûdanên xwe erzan difiroşin

13-07-2023
Abdulselam Akinci
Amed: Ji ber ku dewlet dereng dikire cotkar dexlûdanên xwe erzan difiroşin
Amed: Ji ber ku dewlet dereng dikire cotkar dexlûdanên xwe erzan difiroşin
Nîşan Amed Dexlûdan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji ber ku ofîsa kirînê ya dewletê ji bo kirîna genim û cehê cotkaran randevû nade an dereng randevû dide berhemên cotkaran li bêderan mane. Li Amedê bi giştî 26 navendên fermî yê kirîna genim û ceh hene û 17 ji wan ê kompanyayên taybet in ku li ser navê dewletê kirîna genim û ceh dikin lê kapasîteya wan têrê nake ku di dema pêwîst de berhemên cotkaran bistînin. Ji ber dewlet berhem di dema pêwîst de nastîne cotkar mecbûr dimînin ku di bazara serbest de berhemên xwe erzan difroşin û zirar dikin. Cotkar bang li dewletê dikin ku berhemên wan bistîne û ew zizrar nekin.

Mehmet Atîk jî yek ji mezintirîn cotkarê Amedê ye. Ji ber ku ew jî nikare randevû bistîne genim û cehê wî li bêder û depoyan nefirotî û qûçkirî maye.

Serokê Komeleya Cotkarên Amedê Mehmet Atîk li ser rewşê got, “Min îsal 5 hezar donim genim çand. Ji min re 3 hezar û 500 ton genim hatiye. Ev genim jî niha di bêdera min de li gund e. Ji vî 3 hezar 500 ton genim, min 200 ton genim firotiye ofîsê. Ew jî çar rojan di dorê de maye. Heger bi vî awayî dewam bike em ê bikevin deste tucaran. Ofîs malê me distînin bi 9 hezarî, tucar distînin bi 6 hezar û 500 lîreyî.”

Ofîsa dewletê îsal ji bo tonek geminê kalîteya yekemîn 9.250, ji bo tonek ceh jî 7.500 lîre fîyet detnîşan kiriye lê ji ber ku kapasîteya sîloyên ofîsa kirînê têrê nake û cotkar jî nikarin randevû bistînin pirsgirêk mezin e. Yên ku bi zor û zehmet randevû standine jî weke kesên herî bi siûd bi barhilgirên xwe li dora valakirina berhemên xwe ne.

Cotkar Mihemed Nûrî Sert got, “Em dikin nakin sîstem nakeve. Di halî hazir de min randevû nestandiye. Di ser bîst rojan e ez dikim nakim randevû vala nabe. Gubre biha, mazot biha, sefer biha, neqlîyet biha lê çandinî erzan e.”

Cotkarê bi navê Mûsa Kaya jî got, “Randevû ji bo mehekê, çil şevan didin lê deynê me heye. Malê me nayê firotan. Deyndarê me zextê li me dikin.”

Şofêrê Barhilgiran Ensarî Yildiz anî ziman, “Ez kamyoncî me, em malê cotkaran bar dikin tînin vir û 4-5 rojan di dorê de disekinin. Cotkar ji guneh in, em jî guneh in. Vala nabe. Em ê herin malê û werin, herin malê û werin yanî kar û zirara me nake der.”

Li Amedê bi giştî 23 sîloyên fermî yê kirîna genim û ceh hene ku 17 ji wan cihê kompanyayên taybet in û li ser navê ofîsa fermî berhemên cotkaran distinîn.

Serokê Odeya Cotkarên Yenîşehîrê yê Amedê Silêman Îskenderoglu got, “Em dixwazin dewlet hemî van sîloyên sektora taybet bixe bin hîmaya xwe.”

Îsal li Amedê 2 milyon û 800 hezar donim zevî genim, 700 hezar donim erd jî ceh hatiye çandin. Weke Amedê li bajarên wek Riha, Mêrdîn, Şirnex, Batman û Sêrtê jî berhemên bi milyonan donim zevîyan ji ber heman kêşeyê di destê cotkaran de nefirotî maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst