Li Efrînê 3 jinên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Mihemed El-Fatih ser bi Tirkiyê ve, 3 jinên Kurd ji navçeya Mabetlî ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi tohmeta karkirina ligel Rêveberiya Xweser revandin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, roja 6ê Tîrmehê çekdarên grûpa Sultan Mihemed El-Fatih 3 jinên Kurd ji gundê Mist Aşûra ser bi navçeya Mabetlî ya herêma Efrînê bi tometa kar ligel Rêveberiya Xweser kirine revandine.

Li gor Îbrahîm Şêxo navê jinên hatine revandin wiha ne: Ruqeya Mistefa, Hêvîn Mihemed Altûno û Henîfa (hevjîna Hec Misto).

Şêxo da zanîn ku roja 7ê Tîrmehê her yek ji Ruqeya Mistefa û Hêvîn Mihemed Altûno hatine berdan lê Henîfa (hevjîna Hec Misto) ku bi xwe pirsgirêkên wê yên derûnî hene bi tohmeta karkirina ligel Rêveberiya Xweser bi şeş meh zîndanî hatiye hikumkirin.

Ev di demekê de ye ku di her du rojên Cejna Qurbanê de jî grûpa Ehrar El-Şam 10 welatî ji gundê Guzeliyê yê Şêrawe bi tohmeta danûstandina ligel Rêveberiya Xweser girtibûn.