HAK-PAR û PAKê komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anîn

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Geliyê Zîlan PAK HAK-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) her yekê cuda bi boneya 92mîn salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan daxuyaniyek belav kirin û tê de ew komkujiya li dijî Kurdan şermezar kirin.

Di ser komkujiya Geliyê Zîlan re 92 sal derbas bûn ku têde bi hezaran jin, zarok û sivîlên Kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin komkujkirin. Geliyê Zîlanê dikeve navçeya Erdîşê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

PAKê bi daxuniyekê komkujî şermeza kir û ragihand: “Me jenosîda Geliyê Zîlanê ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin jî.”

Di daxuyaniya xwe PAK dibêje: “Di dema serîhildana Agirîyê de, di roja 13yê Tîrmeha 1930an de Dewleta Tirkiyê li Geliyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî. Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordiya Dewleta Tirkiyê hat lidarxistin. Di Jenosîda Gelîyê Zîlanê de,15.000 Kurd hatin qetilkirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.

HAK-PAR: Geliyê Zîlan bang dike ku têkoşîna azadiyê berdewam be

HAK-PAR di peyama xwe ya bi boneya 92mîn salvegera Komkujiya Geliyê Zîlanê de diyar kir ku di dîroka Kurdan de bûyera herî mezin û dramatîk komkujiya Geliyê  Zîlanê ye û dibêje: “Geliyê Zîlan pistepist dike ku têkoşîna azadiyê berdewam bike.”

Di daxuyaniya HAK-PARê de hatiye gotin: “Di ber sazbûna komara Tirkiye Kemalistan de soz dayî bûn ku mafên Kurdan ên rewa û netewî werin naskirine. Piştê Lozanê politîkek înkarî, wêrankar û asîmîlasyon dan ber xwe û li ser Kurdan pêk anin. Hovitî ewqas pêşde çû ku car caran giheşta asta jenosîdê. Bi wan sepanan xwestin ku stûye Kurdan xwar bikin. Ji bo tunekirina Kurdên ku li dijî vê rewşê derketibûn, ew qet dudilî nebûn. Lê gelê Kurd tu caran ji mafên xwe yên rewa venegeriya ye, her tim li berxwe daye û  serhildanên xwe domandî ye. Serhildana Agirî ye yek ji van e.”

HAK-PAR dibêje Komkujiya Zîlanê encama siyaseta Kemalîst a tinekirina hemû Kurdên ku dixwestin serhildana li ser çiyayê Agiriyê bi xwînê bitepisînin.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de HAK-PARê bi bîr xist ku Encûmana Wezîran a Atirkiyê bi serokatîya Mustafa Kemal, di 29 Berfanbar 1929an de biryarnamek di hikma zagona bi jimara 8692an de derxistin û piştê wê zagonê dest bi şer kirin û şer wergerandina tevgerek jenosîd e.

HAK-PAR dide zanîn ku hêzên di bin fermandariya Ferik Salih Omurtak de, li ber çavên hemî cîhane li bajarî Wane, li dijî kurdên xwe spastibûn Geliyê Zîlanê komkûjîyek mezin pêk anîn û dibêje: “Hemû gundên ku weke herêmên serhildêran dihatin dîtin hatin şewitandin. Dest bi ser mal û milkê gundiyan de girtin. Rojnameya Cumhuriyetê di manşeta xwe de nivîsand ‘li Geliyê Zîlane 15 hezar kes hatin kuştin, Çem bi meyîtan tijî bûye.’ Li gorê çend çavkanîyan di komkûjîye de zêdetir Kurd hatin kuştin. Wê komkûjî li ser Kurdan birînên kûr vekir û li ser pêşxistina hişyarîya netewî bandora xwe  çêkir.”

HAK-PAR amaje bi wê yekê kir ku êş û şanazên hevpar yekitîya netewan çê dike û got: “Her çi qas di ser komkûjîye re 92 sal jî derbas bibe, ww komkûjî di hişe Kurdan de tazebûna xwe diparêze. Di Geliyê Zîlanê de hêj xwîn diherike û ji bo azadîye dike pistepist ku tekoşîn bidome. Carek din em wek HAK-PAR  yên ku ew komkûjîya pêk anîn şermezar dikin, yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz bîrtinin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst