Serokkomarê Îranê sibê serdana Kirmaşanê dike

13-07-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Îbrahîm Reîsî Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e sibe Pêncşembê 14ê Tîrmehê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bike û parêzgarê Kirmaşanê jî dibêje, 200 projeyên temamnekirî li parêzgehê hene ku biryar e Reîsî wan projeyan bişopîne.

Li gor medyayên fermî yên Îranê, serokkomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî di 28mîn serdana xwe bo parêzgehên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, roja Pêncşembê 14ê Tîrmeha 2022an (sibe) serdana parêzgeha Kirmaşanê dike.

Serdana Serokkomarê Îranê bo Kirmaşanê dê rojekê bajo û di çarçoveya serdana xwe de, Reîsî dê biçe qeza Serpêl Zehawê jî ku di erdheja sala 2017an de zirarek mezin dît û bi sedan kes di wê erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.

Parêzgarê Kirmaşanê Behmen Emîrî Muqedem derbarê serdana Îbrahîm Reîsî de ragihandiye, di dema serdana Reîsî ya ji bo Kirmaşanê de, ew dê tenê di warê derfetên kar de 100 projeyên netemamkirî danin ber wî, daku çareyek ji bo cîbicîkirin û temamkirina wan projeyan bê kirin.

Behmen Emîrî Muqedem dibêje, Serokkomarê Îranê di vê serdana xwe de ti projeyên nû yên aborî ranagihîne, belku armanc ew e ku projeyên netemamkirî bên temamkirin ku %50 karên wan temam bûne.

Parêzgarê Kirmaşanê diyar jî kir ku niha li sînorê wê parêzgehê 200 projeyên netemamkirî hene ku ji bo temamkirina wan pêdivî bi 2 milyar û 600 milyon dolaran heye.

Projeya petrokîmya ya Rewanserê, 30 hezar yekeyên niştecîbûnê, temamkirina projeya veguhestina ava Germesêrê û destpêkirina projeya veguhestina ava Sardsêriyê hejmarek ji wan projeyên parêzgehê ne ku biryar e Reîsî serdana wan bike.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Înê 8ê Tîrmeha 2022an serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî kiribû

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst