Sê roj in ava Nisêbînê hatiye qutkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Îdareya Av û Avrêjên Mêrdînê (MARSU) ragihgand, ji ber pirsgirêkeke di depoya avê, av bo beşek ji navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê nayê dayîn. Beşek ji xelkê navçeyê jî dibêjin ev 3 roj in av bo wê navçeyê nehatiye dayîn û li mizgeftan jî av nemaye.
Li navçeya Nisêbînê ev çend roj in ava welatiyan qutbûye. Îdareya Av û Avrêjên Mêrdînê (MARSU) derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, “Ji ber pirsgirêkeke di depoya me ya avê ya li Nisêbînê em nikarin avê bidin beşeke navçeyê. Ji bo ku di demek kurt de av bo navçeyê bê dayîn kar û xebatên me berdewam in.”
Beşek ji welatiyên navçeyê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nerazîbûnê li beramber qutkirina ava navçeyê nîşan didin û dibêjin ev 3 roj in li Nisêbînê av qutbûye û li mizgeftan jî av nemaye. Her wiha bang li aliyên peywendîdar jî dikin ku demildest pirsgirêka wan bê çareserkirin.
Li aliyê din Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Mahmut Tanal jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên beşek ji xelkê Nisêbînê belav kirine ku bi rêya tankerekê ava xwe dabîn dikin û têkildarî mijarê de nerazîbûn nîşan daye.
Tanal dibêje, “Xelkê Nisêbînê ku ev 3 roj in bê av in, ji bo ku hinek avê ji tankereke Rêveberiya Baxçeyan û Parkan a Şaredariya Nisêbînê werbigirin, ketine dorê. Xelkê Nisêbînê vê yekê heq nake. Saziyên peywendîdar gotin ku av bo xelkê navçeyê hatiye dayîn û vi vê yekê gel xapandin.”
1- #Nusaybin'de 3 gündür susuz bırakılan halk, akşam karanlığında Nusaybin Belediyesi Park ve Bahçeler Müdürlüğü'ne ait tankerden azıcık su almak için zamanla yarışıyor. Nusaybin halkı, bu muameleyi haketmiyor. Yetkili kurumlar, "Su akışı sağlandı" diyerek kamuoyunu yanılttı. pic.twitter.com/cwv2k0fbk4
— Av.Mahmut TANAL (@MTanal) July 13, 2022