Dayîk û keça Sûrî di hemamê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a Ameda Bakurê Kurdistanê dayîka bi navê Ranya Gedo û keça wê ya bi navê Nasra Ebbas ku xelkê Sûriyê ne di hemamê de de elektrîkê ew girtin û canê xwe ji dest dan.

Bûyer duh êvarê li Taxa Muradiye ya navçeya navendî navendî Reza a Amedê qewimî.

Li gor agahiyên berdest Ranya Gedo û keça xwe Nasra Ebbas ku di sala 2014an de ji şerê Helebê revîn û li Amedê bi cî bûn.

Ranya Gıddo ya 35 salî şeva borî  dema ku di xwest di hemanê de serê keça xweya 13 salî Nasra bişo elektirîk wan digire.

Cîranên wan ên ku qirîn bihîstin polîs polîs û tîmên tenduristiyê agahdar kirin. Polîs û pisporên ku bi alîkariya cîranan derî vekirin, ketin hundur û Ranya û keça wê Nasra bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet, lê ew ji mirinê rizgar nebûn.