Li Hesekê 4 zarokên ji nav hêzên leşkerî hatin vegerandin

13-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê, 4 zarokên din ku tevlî hêzên leşkerî bibûn li xwediyên wan vegerandin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 3 zarokên din radestî Ofîsa Parastina Zarokan kirin û wan jî ew dane malbatên wan.

Hevseroka Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê Merwe Ebdula got, ku her 4 zarok ji nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatin vegerandin û temenên wan jî derdora 14 salan bûne.

Heta niha ofîsa Parastina Zarokan 92 zarok li navçeyên Rêveberiya Xweser li malbatên wan vegerandine.

Piştî rêkeftina Fermandeyê Giştî yê HSDÊ Mazlûm Kobanî li gel Neteweyên Yekbûyî, Ofîsa Parastina Zarokan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate avakirin, û armanca wê ofîsê, her zarokek tevlî hêzên leşkerî bibe, bi rêya hemahengiyê li gel HSD wan vedigerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst