Galeriya wêneyan

13-07-2021
22 Photos
RÛDAW

Li 74emîn Festîvala Fîlman a Cannesê, çendîn fîlmên sînemayî têne pêşandan ku gelek ji wan cara ewil e ku têne nimayîşkirin, hejmarek ji temaşevanên sînemayê jî ji bo dîtina wan fîlman li festîvalê ne.

Festîvala Fîlman a Cannesê festîvaleke ku her sal li bajarê Cannes ê Fransa tê sazkirin, lê par ji ber Covid-19ê hatibû hilweşandin.

Îsal jî fîlmên ji çar aliyê cîhanê tên pêşandan.

Derhênerê Amerîkî Spike Lee serokatiya juriya pêşbaziya sereke dike û 24 fîlim ji bo Palmiyeya Zêrîn rîkeberiyê  dikin.

74emîn Festîvala Fîlman a Cannesê ku dihat plankirin di Gulanê de were lidarxistin, lê ji ber belavbûna Covid-19 bo 6-17ê Tîrmeh hate paşxistin.

Wêne: AFP