Serokê Baroya Amedê: Em hêvî nakin encamek ji doza Tahir Elçî derkeve

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina sêyemîn a doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî sibe li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî ji Rûdawê re got, “em hêvî nakin encamek ji doza Tahîr Elçî derkeve.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew hêvî nakin encamek ji doza Tahîr Elçî derkeve, dadgeh dixwaze kuştina Tahîr Elçî wek qezayekê nîşan bide.

Nahît Eren got: “Me daxwaz ji dadgehê kiribû, bûyerên li ser kuştina Tahîr Elçî ji destpêka bernameya televîzyonê ku beşdar bûbû û paşê çawa hedef hatibû nîşandan hemû di îddîanameyê de cîh bigrin, lê dadgehê daxwaza me qebûl nekir û doz wek bûyereke bi qezayekê çêbûbe vekir.”

Serokê Baroyê Nahît Eren dibêje: “Di rûniştina yekemîn a dozê de îfadeya gumanbaran hatibû stendin. Di rûniştina sibe de jî dê gotinên şahidan û delîl bêne niqaşkirin. Em ê daxwaza girtina her 3 polîsên ku di dozê de têne darizandin bikin.”

Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçê jî li ser Twîttera xwe amaje bi zehmetiya meşandina dozê kiriye û dibêje: “Piştî 5 salan di yekemîn rûniştina ku em beşdar bûn gefa derxistina derve li me hat xwarin. Wek mexdûrek bo min gelekî zehmet bû. Piştî berdewamiya serêşê, di fîlma serê min de ku me kişand cih cih xwînmejî hat dîtin. Sibe rûniştina me ya sêyemîn heye, hevî dikim em dubare rûbirûyê heman tiştan nebin.”

Di dozê de 3 polîs têne darizandin

Di doza Tahîr Elçî de 3 polîs û kesekî bi navê U.Y, ku di dema kuştina Tahir Elçî de gule berdane polîsan, weke tohmetbar têne darizandin. Herwiha di dosyeyê de gotinên gelek şahidan, tomarên bêtêlên polîsan ên dema bûyerê û raporta kesên pispor jî cîh digrin.

Roja 28ê Mijdara 2015an, serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî bû armanca êrîşeke gumanbar û derdora 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn, lê heta niha tawanbar nehatine girtin.

Rûniştina yekemîn a dozê 21ê Cotmeha 2020 û rûniştina duyemîn jî 3ê Adara 2021ê hatibû kirin.