Pervin Buldan: Em bi şanaz in ku beşek ji pêvajoya çareseriyê bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ragihand ku ne wan pêvajoya çareseriyê bidawî kirin û got: “Em bi şanaz in ku beşek ji pêvajoya çareseriyê bûn.”

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameya "hevdîtina bi gel re" ya partiya xwe bû û gotarek pêşkeş kir tê de behsa doza li dijî girtina HDPê, pêvajoya çareserî û çend mijarên din kir.

Pervin Buldan amaje bi wê yekê kir ku wan di hilbijartinna herî dawiyê de li bajarên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsin û Antalyayê piştevaniya “yeîtiya hêzên demokratîk” kirine, lê ti hesab ji wan re nehatine kirin û bila di hilbijartinên di pêş de kes heman helwestê ji wan nekin.

Derbarê doza li dijî girtina HDPê de Buldan got: “Ew difikirin ku ger HDP were girtin, ramana HDP dê biqede û mirov dê vekişin malên xwe û rûnin. Ew nizanin ku HDP bi mîlyonan e, HDP gel e, îradeya vî welatî ye, cesaret û hêviya gelan e. Gelên Tirkiye û Kurd dê ti carî nehêlin HDP were girtin.”

Buldan têkildarî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Amedê jî got: “Gava hilbijartin nêzîk dibin, serokên vî welatî çavê wan li dengê Kurdan, nemaze yên hilbijêrên Kurd e, û wan berê xwe da vê yekê. Çend roj berê, serokê vî welatî çû Amedê û careke din da xuyand ku hilbijartin nêzîk dibin û ew ji Kurdan dengên wan dixwaze. Yên ku her asê dimînin derewa derxistina gaza Deryaya Reş dubare dikin û di heman demê de diçin Amedê û ji Kurdan daxwaz dengên wan dikin.”.

Di berdewamiya axaftina xwe de Buldan bal kişand li ser axaftina Erdogan a li Amedê derbarê pêvajoya çareseriyê de  û got: “Em bi beşdarkirina pêvajoya ku li Amedê behs kirî hemû pêvajoyên ku sûda wan hebû ye bi rûmet û serbilind in. Divê her kes baş zanibe ku HDP pêvajoya çareseriyê xilas nekir. Ji desthiltdarî, hikûmet û serokomarê vî welatî yê digot, `ez vê peymanê nas nakim, ne min ev pêvajoê daye destpêkirin` her xirabî tê hêvkirin.”

Hevseroka HDPê herwiha anî ziman: “Pêvajoya çareseriyê li vî welatî pêvajoya herî hêja bû û kengê derfeteke bi wî rengî bê li ber me dê bêyî dudilê dîsa beşda bibin. Dibe ku ew poşman bibin, lê em qet poşman nabin ku em di vê pêvajoyê de ne. ”