Duran Kalkan: Erdogan bi zora Biden serdana Amedê kir

13-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan îdia dike ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi zora Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Amedê kiriye û Amerîkayê bi awayekî cidî Erdogan hişyar kiriye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Duran Kalkan ji medyaya nêzîkî PKKê derbarê serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo Amedê de axivî.

Duran Kalkan ragihand ku çûna Erdogan a Amedê bi heceta vekirina hinek projeyan, tenê karekî teknîkî ye, di rastiyê de bi hişyariyên Joe Biden çûye wî bajarê Bakurê Kurdistanê.

Kalkan dibêje: “Diyar e Biden hinekî zor daye Tayyîp Erdogan. Belê, Amerîka piştgiriyê dide. Piştgiriyê dide şerê li dijî PKKê, şerê qirkirina Kurdan. Lê belê dîktatoriya faşîst a AKP-MHPê vî şerî ewqasî bêpîvan û bi zalimane dimeşîne ku hevalbendên wê, piştevanên wê jî êdî nikarin xwe lê rabigirin. NATO jî, Amerîka jî nikare rake. Di asteke welê hovane de dimeşîne. Lewma diyar e ku hişyar kiriye. Yanî bi rengekî cidî hişyar kiriye. Gotiye, 'bi vî rengî nabe. Bi vî rengî em nikarin we li ser pişta xwe hilgirin'. Ev ne çûyîna Tayyip Erdogan bi xwe ye. Wan merasîmên vekirinê li ser teknîkê jî dikin. Naçe ti cihî. Çûyîna Amedê pêwendiya xwe bi vê yekê heye.”

Di dewama axaftina xwe de Duran Kalkan herwiha got: “Hişyarî lê hatiye kirin, an jî ji bo bikeve çavê Amerîkayê û hevalbendê wê çûye. Dibêjin, 'Binerin vaye çû. Yanî we got, vaye çû Amedê. Yanî têkiliya min bi welatiyê min ê Kurd re baş e. Bi wan re hevdîtinê dikim, pirsgirêka min bi wan re nîne. Pirsgirêk çi ye? Pirsgirêk PKK ye. Em li dijî terorê ne. Yanî çawa ku li Başûr li ser PKKê siyasetê dikin, dibêjin bi Kurdan re pirsgirêka me nîne, pirsgirê PKKê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst