Li Erzeromê lehî rabû: Ziyan gihîşt rê û zeviyên çandiniyê

13-07-2020
RÛDAW
Nîşan Erzerom Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeua Oltu ya Erzeroma Bakurê Kurdistanê lehî rabû û avê girt ser xaniyekê, ziyan gihişt hinek rêyan û zeviyên çandiniyê. Herwiha rêya di navbera Erzerom û Artvinê de ji ber hezazê hat girtin.

Li navçeya Oltuyê baran gurr a ku duh êvarê bariya bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê li taxa Ayvaliyê ziyan gihişt hinek rêyan, zeviyên çandiniyê û bexçeyan.

Muxtarê taxê Musa Demir ragihand ku barana li herêmê barî di demeke kurt de bandora xwe zêde kir û lehî rabû û ava lehiyê girt ser xaniyekî û herwiha zirar gihişt baxçe û erdên çandiniyê.

Herwiha ji ber barana zêde hezaz çêbû û rêya di navbera Erzerom û Artvinê de hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst