PAK: Em dê ti caran komkujiya Geliyê Zîlanê ji bîr nekin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) komkujiya Geliyê Zîlan a di sal 1930ê de şermezar kir û ragihand ku ew dê ti caran wê komkujiyê ji bîr nekin.

PAKê bi minasebeta 89emîn salvegera komkujiya Geliyê Zîlan a di sal 1930ê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew dê ti caran komkujiya Geliyê Zîlan ji bîr nekin.

Di daxuyaniya PAKê de hat ragihand ku di dema “Serhildana Agirîyê de, Komara Tirkiyê li Geliyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.  Jenosîd bi fermandariyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordiya Dewleta Tirkyeyê hate lidarxistin. Di komkujiya Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetilkirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.”

PAK herwiha dibêje: “Em jenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê  bi giramî bi bîr tînin.”

Di sala 1930ê de piştî serhildana Agirî li hemberî Kurdên ku xwe spartibûn Geliyê Zîlan komkujiyek pêk hat û di wê komkujiya ku weke Qetlîama Zîlan di dîrokê de cih girt, 44 gund hatin şewitandin û zêdetirî 15 hezar mirov hatibûn qetilkirin.