Li ser şaredariya Giyadînê qeyûm hat danîn

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku şaredara HDPyî ya Giyadînê li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, Betul Yaşar îro ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin, li cihê wê qeyûm hat danîn.

Walîtiya Agiriyê bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku îro Şaredara Giyadînê Betul Yaşar bi tometa “endamîtiya di rêxistina terorê de” û “propagandaya terorê”, li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ji ber berdewambûna lêpirsîna di derheqê betul Yaşar de, li cihê wê qeyûm hatiye diyarkirin. Walîtiyê diyar kiriye, ku Hasan Dogan wek qeyûmê Şaredariya Giyadînê hatiye destnîşankirin.

Îro li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser mala Hevseroka Şaredariya Giyadînê Betûl Yaşar de girtin û ew desteser kirin. Tevî Betul Yaşar, hêzên ewlehiyê 4 kesên din jî li Giyadînê desteser kirine.

Parlamenterê HDPê yê Agirî Abdullah Koç jî ragihandibû, ku polîsan deriyê şaredariyê jî şikandine û li hundir pişkinîn kirine.

Şaredariya Giyadînê di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû.