Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di êrîşa Cotmeha 2019 de kete destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve, hema hema ji Kurdan hatiye valakirin.
Berî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê,10.000 malbat li Serê Kaniyê hebûn. Piştî êrîşê bajar bi tevahî vala bû û piştre hejmarek malbatên Ereb vegeriyan vî bajarî, lê belê piraniya Kurdan nekarîn vegerin
Serê Kaniyê niha tijî çekdarên Ereb û Tirkmen bûne, malbatên wan çekdaran di malên Kurdan de bi cih bûne, zêdetirî 1000 malbatên Ereb ku xelkê Idlib, Hums, Xûte û Dêre Zorê ne, di nav malên nîştecihên resen ên bajêr de hatine bicîkirin.
Dîmeneke vîdyoyî dibe ku tevahiya rewşa bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di xwe de biçûk bike. Ev hola Ahengan a Viyan li bajarê Serê Kaniyê ye. Piştî koçberiya neçarî ya xwedanê wê yê Kurd, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dest danîne ser û di nav wê de reqs û sema û şahiyê dikin.
Orhan Kemal, medyakarê ku bi xwe ji Serê Kaniyê ye û ji neçarî koçber bûye, di dema beşdarbûna di bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê de, behsa hin hûrgliyan derbarê rewşa Serê Kaniyê de kir.
Bi gotina Orhan Kemal, berî êrîşa Tirkiyê, 10.000 malbat li Serê Kaniyê bûn, lê piştî êrîşê bajar bi tevahî vala bûbû û 150.000 kes ji bajêr û gundewarên wê koçber bûbûn.
Beşek ji koçberan li 73 dibistanên Cizîrê bicî bûne, herwiha 1700 malbat li kampa Waşokanî niştecih bûne ku hejmara wan derdora 12,000 kesan e, ji wê hejmarê jî 2000 zarok in ku heta niha bê xwendin mane.
Bi gotina Orhan Kemal, medyakarê ji Serê Kaniyê, rêjeya vegera Kurdan bo vî bajarî derdora ji sedî yek e ku ew jî kalemêr û pîrejin in.
Orhan Kemal da xuyakirin, Tirkiyê heta niha pênc karwan Erebên hawirde ku zêdetirî 1000 malbatan bûne, derbasî Serê Kaniyê kirine, ku ew Ereb ji malbatên çekdaran ji Idlib, Hums, Xûte û Dêrezorê ne.
Piraniya wan ereban li taxa Zeredeşt ku taxa Kurdên Êzidî bûye, niştecih bûne, herwiha beşek ji wan li taxên Xerabat û Mihete ku Kurdnişîn in hatine niştecîkirin
Rewşa ewlehiyê pir xirab e û rojane şer di nav çekdaran de derdikeve. Şer û pevçûnên grûpên çekdar xwe bi xwe li nav bajarê Serê Kaniyê bûye sedem ku rewşa ewlehiyê bi temamî têk biçe. Ev yek jî bûye sedema koçberiya hin xelkê Serê Kaniyê yên Ereb jî, ku bi piştî rawestana şer vegeriyabûn nav bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse