PDKS: Ev biryar li dijî gelê Kurd e

13-07-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Nayif Ebdullah. Wêne: Rûdaw TV
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Nayif Ebdullah. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rojava Kurdistan Deriyê Til Koçer PDKS
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - L Rojavayê Kurdistanê roj bi roj rewşa xelkê xirabtir dibe û xelk hejartir dibe, lîreyê Sûrî jî gelekî erzan bûye û dahata welatiyan jî pir kêm e. Jinek ji gund çûye Qamişlo ji bo ku guharê keça xwe bifroş e, ew dibêje, ji wê pê ve tiştek li cem wê nemaye, ew naçare guharê keça xwe jî bifroşe û pê nan bikire. Berpirsekî PDKSê jî dibêje, vetoya Çînê û Rûsyayê û girtina deriyê Til Koçber, li dijî gelê Kurd e.

Tevî rewşa xirab a aborî ya li Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Asayişa Navdewletî careke din bi vetoya Rûsya û Çînê rê li ber şandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Til Koçer girt.

Li nav bazara Qamişloyê du jinan dane dû hev û ji gundan daketine bazara zêr a vî bajarî, daku dawî perçe zêrên xwe bifroşin, heya ku xwe pê xwedî bikin.

Ewêş Ehmed yek ji wan jinan e ku 9 zarokên wê hene. Ewêşê guharên xwe û yê keça xwe xistine nav desmalekê û daketiye nav bazarê daku ji bo debara xwe bifiroşe.

Ewêş ji Rûdawê re behsa rewşa xirab a debara malbata xwe dike û dibêje: “Heqê nan ku em pê bijîn, ji van pê ve li cem min neman, du keçin min hene li werşeyê kar dikin, tune ye, dolar em kuştin.”

Hevsengî di navbera rêjeya hejariyê û asta alîkariyan tune ye, Netewên Yekgirtî jî biryara rawestandina alîkariyên mirovî dirêj kir û deriyê Til Koçer girtî dihêle.

Rêveberiya Xweser bi baskê xwe yê siyasî û serbazî di civîneke xwe de vê mijarê gotûbêj dike û bi biryareke nerewa bi nav dike. 

Berdevkê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Emced Osman dibêje: “Îhateyek Antonio Gutterres hebû ji bo deriyê Til Koçer ku ji 13 rûpelan pêk dihat, ev nîşan e ku çiqasî ev dozeke zehmet e di nava welatan de, hinek alî dixwazin alîkariyê bikin lê diyar e heta niha zehmet e derbaskirina vê mijarê.”

Ji sala 2014 ve deriyê Til Koçer wek yek ji deriyên gihandina alîkariyên mirovî li sûriyê hat desnîşankirin,  lê ji destpêka îsal, ev biryar hat guhertin û li tevaya Sûriyê tenê deriyek ji bo gihandina alîkariyan hat diyarkirin, ew jî di bin kontrola artêşa Tirkiyê de ye.

ENKS ku di nava Îtîlafa Opozisiyona Sûriyê de ye, beriya niha çend caran daxwaza vekirina deriyê Til Koçer kir û ji bo wê yekê ketibû nav hewldanan, lê hewldanên wê biserneketin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê ku beşek ji ENKSê ye, Nafih Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, ku vetoya Rûsya û Çînê ya li ser deriyê Til Koçer, biryarek li dijî gelê Kurd e.

Nafih Ebdullah got: “Dijî gelê Sûriye ye û dijî kurdan e, çimku alîkarî hatin qutkirin, ji aliyekî din ve dema sînor vekirîbû, alîkarî nedighiştin gelê Kurd, diçûn Dêra Zorê û Reqayê.”

Li gorî amarên nivîsîngeha kar û karûbarê rêxistinên mirovî li Rojavayê Kurdistanê, ji sedî 70 rêjeya alîkariyan piştî girtina deriyê Til Koçer kêm bûne û ji sedî 40 kerta tendirustiyê ziyan dîtiye.

Li gorî amarên heman nivîsîngehê, niha 400 hezar koçber di nava 12 kampan li rojhilatê Çemê Firatê û herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dijîn. Herwiha 5 kampên koçberan jî li rojavayê Çemê Firatê hene ku pêwistiya wan bi alîkariyên lezgîn heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst