PAK: Em dê ti caran komkujiya Geliyê Zîlanê ji bîr nekin

13-07-2019
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Geliyê Zîlan Komkujî PAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) komkujiya Geliyê Zîlan a di sal 1930ê de şermezar kir û ragihand ku ew dê ti caran wê komkujiyê ji bîr nekin.

 

PAKê bi minasebeta 89emîn salvegera komkujiya Geliyê Zîlan a di sal 1930ê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew dê ti caran komkujiya Geliyê Zîlan ji bîr nekin.


Di daxuyaniya PAKê de hat ragihand ku di dema “Serhildana Agirîyê de, Komara Tirkiyê li Geliyê Zîlanê jenosîdeke mezin pêk anî.  Jenosîd bi fermandarîyê General Salih Paşa yê Fermandarê Kolordiya Dewleta Tirkyeyê hate lidarxistin. Di komkujiya Gelîyê Zîlanê de, 15.000 Kurd hatin qetilkirin ku di nav wan de gelek zarok, jin û pîr jî hebûn.


Em kjenosîda Zîlanê rûreş dikin û hemû şehîdên Kurdistanê  bi giramî bi bîr tînin.”


Di sala 1930ê de piştî serhildana Agirî li hemberî Kurdên ku xwe spartibûn Geliyê Zîlan komkujiyek pêk hat û di wê komkujiya ku weke Qetlîama Zîlan di dîrokê de cih girt, 44 gund hatin şewitandin û zêdetirî 15 hezar mirov hatibûn qetilkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst