XANEQÎN - Termê xwuşk û birayekî di mal de hate dîtin

13-07-2018
Nîşan Xaneqîn Polîs
A+ A-

Xaneqîn (Rûdaw) – Îro danê sibê, polîsê navçeya Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê, termê du hemwelatiyan di mala wan de dît ku herdu xwuşk û birayê hev in.

 

Rêveberê Polîsê Xaneqînê Diyar Şevket ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibê (13-07-2018), li kolana Îmam Enes termê jina bi navê Faiqe Mihemed Salih a 1945ê ji dayikbûyî û birayê wî Fayiq Mihemed Salih ê 1933 ji dayikbûyî, ku mamostayê malnişîn e, li mala wan hatiye dîtin.”

 

Diyar Şevket da zanîn, ku cîran û xizmên wan herdu hemwelatiyan hêzên ewlekariyê agahdar kirin, ku ev demek bêdeng in. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê çûne mal û dîtine ku herdu hemwelatiyan canê xwe ji dest dane.

 

Şevket da zanîn, ku ti şopa fîşek, kêr an jî lêdanê di canê herdu kesan de nebûye û ji bo zanîna sedema mirina wan termên wan şandine pizîşkê dadî yê Kelarê.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst