RUHA – Ji bo avê li hev xistin: 3 kes mirin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Pîrsûsê ya Ruhayê ji bo avdana zeviyê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, îro danê sibê li navçeya Pîrsûsê ya Ruhayê, ji ber avdana zeviyê di navbera malbata Toraman, ku gunparêz in û herwiha malbata Bagaakçayan de gengeşî çêbû.

 

Piştî gengeşiyê encamên herdu malbatan bi dar, kêr û çekan êrîşê hev kirin.

 

Di dema bûyerê de kesên bi navê Murat, Salih û Ehmed Bogaakça canê xwe ji dest dan û herwiha 3 kesên in jî birîndar bûn.

 

Piştî pevçûnan jendermeyan destwerdana bûyerê kir û birîndar rakirine nexweşxaneyan.  

 

Herwiha çend kesekî din jî bi tometa beşdarbûna bûyerê hatine binçavkirin.