Artêşa Îranê sînorên Başûrê Kurdistanê topbaran kir

13-07-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Topbaran Hacî Omran Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Topxaneyên Supaya Pasdarên Îranê sînorên bajarokê Haci Omran a ser bi navçeya Çoman a Başûrê Kurdistanê topbaran kir. Ji ber topbaranê koçeran konên xwe bicîh hiştin.

 

Rêveberê bajarê Hacî Omran Ferzeng Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Îro înê, demjimêr 15.00ê piştî nîvro, topxaneyên Supaya Pasdaran gundên Gemehişk û Gundejor topbaran kirin.”

 

Ferzeng Ehmed da zanîn, ku ji ber bombebaranê koçer û xwedanên pez ên çûbûne bilindahiyên Çiyayê Helgurdê, konên xwe bicîh hiştine û reviyane.

 

Ehmed herwiha got: “Topbaranê nêzîkî 20 xulekan berdewam kirye. Ziyana canî nebûıye lê 2 guleyên topan li nêzîkî malê hemwelatiyekî ketine.”

 

Îranê beriya niha jî çendîn caran bi hinceta hebûna pêşmergeyên Rojhilat û gerîlayên PKKê sînorên Başûrê Kurdistanê topbaran kiriye. Topbaran ziyanê dide daristan û pûşên Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst