Ayhan Bîlgen: Kabîneya nû dirêjiyê dide siyaseta şerkirinê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksyona HDPê di parlamentoya Tirkiyê de, helwesta wê partiyê derbarê kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê de aşkere kir û got: “Kabîneya nû, berdewamiyê dide siyaseta şerkirinê.”

 

Di hevpeyvînekê de, Serokê Fraksyona Partiya Demokrat a Gelan (HDP) di parlamentoya Tirkiyê de, Ayhan Bîlgen doh pênşemiyê ragihand, Tirkiyê şêwaza serokatiya Trump kire nimûneya sîstema nû ya serokatiya xwe.

 

Bîlgen dibêje: “Damezrandina Hulûsî Akar weke wezîrê berevaniyê û hîştina Soleyman Soylu weke wezîrê navxwe, berdewamîdan bi siyaseta şerkirin û agir û hesin e.”

 

Bîlgen got: “Erdogan wiha difikire ku artêşê têxe bin bandora wezareta berevaniyê û piştî sivîlkirina vê wezaretê, dê rê li ber êrîş û kodetayan bigre, lê ew yek şaş e. Li welatên cîhanê, gelek nimûneyên wiha hene, lê kudeta jî her hatine kirin.”

 

Serokê Fraksyona HDP di parlamentoya Tirkiyê de herwiha dide xuyakirin, ji bo ku rêgirî li kodeta û êrîşan bihê kirin, pêwîst e aştiya civakî û demokrasî di civakê de bicih bibe.