Rûdaw namzedên Serokatiya Giştî ya Tevgera Goranê aşkere dike

Silêmanî (Rûdaw) – Tevgera Goranê dest bi rêkarên diyarkirina Serokê Giştî yê partiyê dike. Li gor zanyariyên Rûdawê, Umer Seyîd Elî û Qadir Hacî Elî namzedên Serokatiya Giştî ya Tevgera Goranê ne.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Tevgera Goranê li ser destûra ku ji aliyê Newşîrwan Mistefa ve hatiye nivîsandin, ji bo hilbijartina Serokê Giştî, civata niştimanî ya tevgerê 7 kes ji bo namzediyê dê hilbijêre û ji wan 7 kesan yek dê bibe Serokê Giştî yê Tevgera Goranê.

 

Herwiha li gor agahiyên Rûdawê Umer Seyîd Elî û Qadir Hacî Elî namzedên sereke ne.

 

Di madeya 15emîn a destûra navxweyî ya Tevgera Goranê de wiha hatiye nivîsandin; gava cihê Serokê Giştî vala bibe, pêwîst e yek ji endamên Civata Niştimanî û Civata Giştî, yan jî ji derveyî van her du civatan kesayetekî diyar ê Tevgera Goran, bi dengdana veşartî û rasterast û bi piraniya dengan divê were hilbijartin.

 

Li gor destûra navxweyî ya Tevgera Goranê, hilbijartina Serokatiya Giştî û endamên Encumena Rêveberiyê di nav du salan de carek tê lidarxistin û Serokê Giştî û endamên Encumena Rêveberiyê jî dikarin tenê di 3 hilbijartinan de bibin namzed.