KILÎS – Agir bi konteynerên leşkeran ket!
Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Kilîsê li devera ku baregeha leşkerî li wir e, agir bi konteyneran ket û cebilxaneyên leşkeran teqiyan.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Kilîsê, li ser rêya 15emîn kîlometreya navbera bajarên Kilîs û Dîlokê, 2 kîlometre nêzîkî Herêma Pîşesaziyê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi konteynerên leşkeran ketiye.
Herwiha ji ber şewatê cebilxaneyên leşkeran teqiyane.
Rêya navbera bajarên Kilîs û Dîlokê hate girtin û gelek ambulans, tîmên rizgarkirinê û agirkuj çûn cihê bûyerê.
Ji ber teqînan agirkuj nikarin nêzîkî agirî bibin.
Herwiha ji ber bandora dûmana şewatê 10 leşker ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin veguhastin.