Galeriya wêneyan

13-07-2017
18 Photos
Rûdaw

Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şitilgeh û dokanên gulan zêde dibin û hejmareke berçav a xelkê jî serdana wan şitilgeh û dokanên gulan dikin, û ji malên xwe re gulan dikirin.

 

Her çend ku li Kurdistanê gelek corên gulan û cuwan hene, lê belê piraniya gulên ku li şitilgeh û dokanên gulan de li Başûrê Kurdistanê tên berhemanîn, ji welatên Ewropayê û Îranê ve tên, ji ber ku hêj li Kurdistanê gulên xwemalî yên xwezaya cuwan a Kurdistanê nayên berhemanîn.

 

Ew karkerên ku dui wan şitilgeh û dokanan de kar dikin, tevî xwediyên wan cihan jî tevahiya demên roja xwe di nava gulan û bêhna xweş a wan de derbas dikin.