AMERIKA/KURDISTAN – Protokol eşkere bû... Tê de sûrprîz hene!

13-07-2016
RÛDAW
Nîşan Protol Amrîka Herêma Kurdistanê Pêşmerge Mûsil Kerîm Şingalî Elîssa Slotkin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî îmzekirina protokola leşkerî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, biryare rêveberiyên herdu aliyan bi hevbeşî meaşên Wezareta Pêşmerge dabîn bikin.

 

Rêveberê Giştî yê Ragihandiha Wezareta Pêşmerge General Helgurd Hikmet ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku tê pêşbînîkirin bi destpêkirina pêvajoya azadkirina Mûsilê, protokola leşkerî jî bikeve warê pêkanînê.

 

Derbarê hevkariyên Amerîkayê yên çarçoveya vê protokolê de jî Hikmet eşkere kir ku wê hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêveberiya Amerîkayê bi awayek hevbeş meaşên Wezareta Pêşmerge dabeş bikin.

 

Helgurd Hikmet herwiha got:

 

“Amerîka dê xwarin û qutê ji bo Hêzên Pêşmerge dabîn bike. Di heman demî de pêwîstiyên leşkerî yên weke çekên sivik û giran jî bide pêşmerge.”

 

Rêveberê Giştî yê Ragihandiha Wezareta Pêşmerge dubare kir ku dê protokol heta dawiya şerê DAIŞê derbasdar be.

 

Derbarê mijarê de Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Ûmîd Sebah jî ji Rûdawê re got:

 

“Naveroka vê rêkeftinê terkîzê li ser wê yekê dike ka herdu alî çawa bikarin di dema pêş de pêk ve kar bikin. Amerîka çawa hevkarî û hemahengiyê li gel Hêzên Pêşmerge de bide. Herwiha çawa rola aliyan di şerê DAIŞê de û bi taybet jî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de diyar bikin.”

 

Li gor protokolê ji vir û pê de dê Amerîka bi berdewamî hevkariya leşkerî û darayî ji bo Hêzên Pêşmerge bişîne. Di pêvajoya yekemîn de jî wê 415 milyon dolar bişîne bo pêşmerge.

 

Roja 12ê Tîrmehê bi amadebûn û çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî , Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî û Berpirsa Karên Ewlekarî ya Wezareta Berevanî ya Amerîkayê Elissa Slotkin protokola fermî îmze kiribûn.

 

Hêjayê gotinê ye ku ev yekem care Herêma Kurdistanê bi dewletek mezin re protokolek leşkerî îmze dike. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst