ROJHILAT - Îlam dibe çolistan

13-07-2016
RÛDAW
Nîşan Îlam Daristan Çol
A+ A-

Îlam (Rûdaw) – Parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê di bin metirsiya zûhabûnê de ye. Li gel kêmbûna daristanan, herêmên çolistan jî fereh dibin.

 

  

Li parêzgeha Îlam nêzîkê 424 hezar hektar herêma çol heye. Wate ji sedî 20ê rûberê vê parêzgehê digre. Çolên vê parêzgehê zêdetir dikevin navçeyên başûr û di navbera bajarên Mêhran û Dehloranê de ne.

 

Li van navçeyan pleya german heta 50 pleyan bilind dibe. Ji ber vê sedemê di salên dawiyê de çol fereh dibe û ber bi herêmên bakûr û şînatiyê ve diçe.

 

Çiyayên Îlamê beşek ji dirêjahiya Çiyayê Zagros in û dîrokek kevn ê dar û daristanên wê hene. Tê gotin temenê daristanên vê parêzgehê digehin 5 hezar salan, herwiha hinek darên temen 130 salî di nav de ne.

 

Lê bi taybet di 30 salên dawiyê de perdeya mirinê ketiye nav dar û daristanan. Di vê heyamê de nêzîkê 100 hezar hektar daristanên Îlamê hişk bûne.  

 

Li gor raporên çavkaniyên xwezayî yên Îlamê, niha nêzîkê 641 hezar erdê bi daristan ê vê parêzgehê heye lê metirsî li ser 171 hezar hektar heye ku raste rast zûha bibe.  

 

Çavkaniya metirsiyan cûrbicûr in. Di salên derbasbûyî de kêmbûna rêjeya baranê, daristanên Îlamê têhnî kiriye. Li gel vê yekê, guhertina rewşa hewayê û pêwîstiya zêde yê avê bi xwe re aniye.

 

Li gor rapora şîrketa Av û Avaro ya Îlamê, her kesek di şev û rojekê de 450 lître avê bikartîne. Li seranserê Îranê, her kesek 140 lître avê bikartîne. Wate, Îlam li gor rêjeya seranserê Îranê, sê car zêdetir avê bikartîne.

 

Herwiha ji ber xwelk zêdetir sûdê ji ava bîran digre, krîza avê jî kûrtir dibe.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst