“DAIŞî bi 2 mercan tên berdan”

Silêmanî (Rûdaw)- Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ragihand ku her çekdarekî DAIŞê xwe radestî Hêzên Pêşmerge bike, dê bi kefalet bê berdan, lê bi divê ti tawan nekiribe û ti belgeh li ser wî tune bin. Herwiha da zanîn ku heta niha wan 2 DAIŞî berdane.

Berpirsên Hêzên Pêşmerge dibêjin di dema borî de bi sedan çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge kirine ku hemû erebên Iraqê ne. Piştî lêkolîn û lêpirsîneke hûr ligel wan kesan, eger ti tawanên bi belgeh li ser wan tune be Hêzên Pêşmerge wan bi kefalet berdidin.

Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge Cefer Şêx Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Di serî de DAIŞ pir bihêz. Navçeyên suniyan li pişta wê bûn, lê piştre Pêşmerge şerê wan kirin û bi hezaran km ji axa Kurdistanê kontrol kirin. Hejmarek zêde ji çekdarên wan hatin kuştin û birîndarkirin. Niha ew rêxistin têk diçe û ber bi nemanê ve diçe.”

Şêx Cefer Şêx Mistefa wiha got: “Niha % 80 ji wan erebên ku piştgiriya DAIŞê dikirin, poşman bûne, lewma çekdarên DAIŞê çekên xwe datînin û direvin. Li hinek cihan xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin.”

Bi gotina Şêx Mistefa, di nava çend mehên borî de bi sedan DAIŞî li hemû eniyên şer bi rêya navbeyniyê xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge dikin û wiha domand: “Her DAIŞiyek xwe radestî Hêzên Pêşmerge dike, dibe dîl, lê em rêz û hurmetê jê re digirin û ti karê neqanûnî ligel wî nakin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Piştî pêkanîna lêkolîn û lêpirsînê ligel wan dîlan, eger ti tawan bi belgeh li ser wan tune bin em wan bi kefalet berdidin û ew diçin karê xwe dikin, ji ber ku beşek mezin ji wan bi zorê çek heldigirin. Heta niha me 2 çekdarên DAIŞê bi kefalet berdane, ew jî piştî ku derket ew bêtawan in.”

Çekdarên DAIŞê ji neteweyên cuda pêk tê, lê piraniya çekdarên wan ereb in, herwiha derdora 500 çekdarên kurd jî di nava wan de hene, lê Şêx Cefer dibêje yên ku xwe radestî Pêşmerge kirine hemû ereb in. Herwiha hinek ji wan çekdaran malbatên wan bi xwe li Kurdistanê ne û wan jî xwe radestî Pêşmerge kirin.

Ji aliyê xwe ve û derbarê xweradestkirina wan çekdaran, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha ti nameyek fermî ji eniyên şer derbarê xweradestkirina wan çekdaran ji me re nehatiye.”

Lê Endamê Komîteya Karûbarê Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de, Qadir Regezeyî ragihand ku li gorî pêdeçûna wan derketiye ku çendîn çekdarên DAIŞê xwe teslîmî Hêzên Pêşmerge kirine.

Qadir Regezeyî wiha got: “Me daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kiriye ku li gorî qanûn û yasayên navdewletî tevgerê bi wan re bikin, ji ber ku li gorî yasayên navdewletî kar ligel dîlan û kesên xwe radest dikin, cuda ye.”

Regezeyî da zanîn ku haya wî ji wê yekê tune ye ku ti çekdarên DAIŞê piştî ku xwe radestî Pêşmerge kiribe, carek din piştî ku derketibe ti tawan nekiriye, hatibe berdan.

Parlamentoya Kurdistanê sala 2006an qanûna hejmare 3 (qanûna jinavbirina terorê li Herêma Kurdistanê) pejirand. Li gorî wê yasayê çûna nav her rêxistin û girûpekê ku tawanan dike, wek terorîst tê dîtin. Di xala şeşem a yasay de hatiye ku nave ew kes di qonaxên lêkolînê de were berdan, heta biryarek ji aliyê dadgehê ve neyê sitandin.

Parêzer, Karzan Ebdulfazil ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber ku çekdarên vê rêxistinê ne hêzeke çekdarî şoreşgêr e, lewma heta niha jî weku rêxistineke terorîstî tê naskirin, ne wek dewlet.”

Karzan Ebdulfazil wiha got: “Kar ligel çekdarên DAIŞê yên dîl û yên ku xwe radest kirine ji aliyê qanûnî ve ti cudahiyek di navbera wan de tune ye û qanûna terorê herdu aliyan digire. Lê eger kesekî ji wan beriya pêkanîna tawanekê her tişt aşkere bike û xwe radest bike, wê demê dibe ku cezaya wî hinekî were sivikirin.”