‌DAÎŞ Til Meirûf topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAÎŞ gundê Til Meirûf li başûrê rojavayê bajarokê Tirbespiyê topbaran kirin.

Li gor malpereke ser bi PKKê ve, “şeva borî çekdarên DAÎŞê bi çekên giran êrîşî bajarokê Ceza kirin û gundê Til Meirûf jî topbaran kirin”.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku “grûpên çekdar ji bajarokê Til Hemîs li başûrê Qamişlo hatibûn û derdora saet 7ê êvara şemiyê berve sê gundên derdora bajarokê Ceza pêşketibûn”.

Li gor amarên malperê, di encama şer û pevçûnan de 8 çekdarên DAÎŞê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne, lê malperê ti zanyarî derbarê qurbaniyên YPGê nedan.

Hat gotin ku heta îro sibehê jî pevçûn li derdora bajarokê Ceza navbera şervanên YPG û çekdarên DAÎŞê berdewam in.