Demîrtaş: Piştî 15 rojan wê DAÎŞ li Hatayê be

13-07-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand ku eger çekdarên DAÎŞê dest danin ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê wê piştî 15 rojan li Hatayê bin. Derbarê Roboskî de jî ragiand ku heta niha Erdogan yek gotin nekiriye ku tê de diyar bike ew li ber xelkên Robaskî ketiye.

Demîrtaş duh piştî vekirina mûza Roboskî ji çapemeniyê re diyar kir ku “eger kujerên Roboskî neyên darezandin wê ev mûza Roboskî şahidê komkujî û tawana Erdogan be heta hetayê”.

Namzedê serokomariya Tirkiyê Demîrtaş anî ziman ku “pêwîste her kes êrîşên Îsraîlê li dijî kerta Xezayê û bi taybet li dijî xelkên sivîl şermezar bike, lê Erdogan nabêje wê serokwezîrê Îsraîlê çi jê re bibêje”.

Demîrtaş herwiha got “Yê ku bi xwîneke sar komkujiya Roboskî pêkaniye, çawa wî şermezar dike û heta kîjan astê ewê şermezarbûna serokwezîrê Tirkiyê cidî bigre”.

Hevserokê HDPê hikûmeta Tirkiyê bi “piştgirîkirina DAÎŞê” tometbar kir û got “Îro li Rojava li Kobanî êrîşeke hovana ji aliyê DAÎŞê tê pêkanîn û hikûmeta Tirkiyê bûye sîwana vê rêxtinê, lê ew nizane ku eger Kobanî têkeve destê DAÎŞê ewê di 15 rojan de li bajarê Hatayê be û di mehekê de li Edenê be”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst