Dr. Salih Zengene: Parzûngehên Herêma Kurdistanê bi awayê zanistî nehatine çêkirin

13-06-2024
RÛDAW
Dr. Salih Zengene beşdarî bultena Rûdawê bû
Dr. Salih Zengene beşdarî bultena Rûdawê bû
Nîşan Salih Zengene Parzûngeh Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporê jîngehê Dr. Salih Zengene diyar kir ku parzûngehên Herêma Kurdistanê bi awayekî zanistî nehatine çêkirin û rewşa keşûhewayê jî li ber çavan nehatiye girtin.

Doh êvarî li ser rêya Gwêr- Kerkûkê agir li embareke qîrê ya derket.

Dr. Salih Zengene beşdarî bultena Rûdawê bû û da zanîn ku şewata li parzûngehan, bandorê li ser hewayê dike û madeya karbonê û hîdrojenê durist dike.

Li gorî gotina Salih Zengene, bandora yekser a karbon û hîdrojenê li ser hemû endamên nefesê yên mirov heye.

“Ew gazên derdikevin metirseyeke mezin çêdikin”

 Di berdewamiya axaftina xwe de Dr. Salih Zengene behsa gazên kîmyayî jî kir û got:

“Ew gazên derdikevin metirseyeke mezin çêdikin û dikarin biçin nava nefesa mirov û ji ser nefesa mirov jî biçin nava xwîna mirov.”

Zengene her wiha, amaje bi wê yekê jî kir ku dûmana bi jehrî li gorî bayê ber bi deverên din ve diherike û dibe ku zererê bide atmosfera cihên din.

Li aliyê din, Serbaz Kerîmê bazirganê neft û sotemeniyê ji Rûdawê re got, agir bi embareke qîrê ketiye ku ji bo rê û cadeyan tê bikaranîn.

Serbaz Kerîm da zanîn ku di parzûngehê de zêdetirî 17 hezar ton hatiye embarkirin û ev jî bûye sedema şewatê.

Serbaz Kerîm di berdewamiyê jî de got: “Ti pêdiviyên ewlehiyê ji bo pêşîlêgirtina agir û pêdiviyên vemirandina agir li van parzûngehan nînin.”

Zêdetirî 35 tîmên berevaniya sivîl a Hewlêrê ji bo kontrolkirina şewata li parzûngeha li ser rêya Hewlêr-Gwêrê kar kir û agir îro hat kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst